Girêka Idlib bandorê li pêwendiyên hevpeymanan dike

Di xeta Enqere, Moskow û Tahranê de trafîka dîplomasiyê her ku diçê germtir dibe û di pêwendiyên Tirkiyê, Rûsya û Îranê de di rojên dawî de geşadanên nû pêk tên

K24 – Navenda Nûçeyan

Di xeta Enqere, Moskow û Tahranê de trafîka dîplomasiyê her ku diçê germtir dibe û di pêwendiyên Tirkiyê, Rûsya û Îranê de di rojên dawî de geşadanên nû pêk tên.

Wezirê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf bi awayekî sûrprîz serdana Enqereyê kir ku derbarê vê serdanê de daxuyanekê nehatibe dayîn . li gorî zanyariyan di hevdîtinê de Îdlîba parêzgeha Sûriyeyê û lûtkeya ku weke berdewamiya hevdîtinên Astanayê de tê dîtin û bi beşdarbûna serokdewletên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dê di 7 Îlonê de li Tehranê were lidarxistin, hatine axaftin.

Berê vê serdanê û diyarkirina dîroka lûtkeya Tehranê bo Sûriyê di her sê xetan de hevdîtin dihatin kirin. Herî dawî şandeyekê ji Tirkiyeyê 2 caran çûn Moskowê ku rê li ber êrişekî lî Îdlîbê bigirin.

Li gorî pisporan: Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di demên dawî de di gelek mijaran de bi hev re tevdigerin.

Hakkı Uygur- Pisporê Navneteweyî tîne ziman:

Li Îdlîbê Rûsya û Îran di pozîsyonekê de cih digire; Tûrkîye di pozisyonekê din de. Erê, her sê dewlet li ser mijara paqijkirina rêxistinên terorê ku li Îdlîbê ne, di hemen helwestê de ne. Lê Îran û Rûsya dixwazin hemû komên ku li vê derê ne werin paqijkirin û Tirkiye naxwaze êrişekê mezin li wê derê pêk were. Endîşeya Enqerê ev e ku koçekî mezin ji Îdlîbê bo tirkiyeyê pêk were. Divê ev nakokî werin çareserkirin. Heger kêşeya Îdlîbê were çareserkirin, hevkariya ku di navbera wan welatan de heye, dê zedêtir bibe.

Hin pispor jî îdia dikin ku pêwendiyên Tirkiyê yên bi Rûsya û Îranê re weke ku didin xuyakirin, evqas ne baş nîn e û di mijara Îdlîbê de welatên Rojavayê piştevaniya Enqereyê dikin.

Doç. Dr. Atay Akdevelîoglu- Akademisyen diyar dike:

Rûsya û Îran bi inyad dixwaze Îdlîb were valakirin û radestî rejîma Sûriyê were kirin. Di serî de Emerîka dewletên Rojavayê dixwazin Îdlîb neyê valakirin, ku bi dest vala necin ser maseyê. Lewra naxwazin rêxistinên nerm ji vê dere werin derxistin û piştevaniya Tirkiyeyê dikin. Heger piştevaniya wan nebû bûya Enqere dev jî Îdlîbê berdabû. Lê di dawiya dawiyê de hemû rêxistin ji vê derê were derxistin. Helbet ji bo koçberiyekê aliyê Tirkiyeyê çênebe, rêyekê dê were peydakirin ku li gorî min bo vê gotûbêjên teknîkî tên kirin.

Ji bo çareseriya gireka Sûriyeyê ji bilî Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê weke dewletên garantor li Astaneyê paytexta Qazaxistanê di 23-24ê Çîleya 2017an de dest bi hevdîtinan kirin. Wek berdewamiya van hevdîtinan, lûtkeya Îranê jî ji nêzik ve tê şopandin. Ji ber ku tê destnîşankirin biryarên ku dê vê lûtkeyê de werin girtin, dê bandor li ser lûtkeya Cenevê ya ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de tê kirin, bike.

 

 

 

C.B 

 

 

Fly Erbil Advertisment