Hatîmogullarî: Pêvajoya aştiyê pir giran dimeşe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî rexne li helwesta hikûmeta Tirkiyeyê ya derbarê çareseriya pirsa Kurd de girt û diyar kir ku desthilat bi zanebûn pêvajoyê paş dixe û li benda geşedanên navçeyê ye.

Hevseroka Giştî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullarî îro 26ê Nîsanê di hevpeyvînekê de ji bo rojnameyeke Tirkiyeyê, nirxandinên girîng li ser rewşa dawî ya "pêvajoya aştiyê" û polîtîkayên hikûmetê kirin.

Hatîmogullarî diyar kir, heta niha hikûmetê tu gavên berbiçav neavêtine û got: "Proseya aştiyê gelek hêdî dimeşe û gihîştiye asta rawestanê. Desthilat bi zanebûn vê proseyê gêro dike û paş dixe." Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir, heta fişareke cidî li ser desthilatê neyê kirin, hikûmet gavan navêje.

Hatîmogullarî bal kişand ser guhertina stratejiya hikûmetê ya li gorî pêşhatên navçeyê û weha axivî: "Hikûmetê hê berê çaverêya pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê dikir, niha jî bala xwe daye ser Îranê. Diyar e ku desthilata Tirkiyeyê li benda encamên şerê Îranê ye."

Herwiha anî ziman ku hikûmet li şûna çareseriyeke navxweyî, li gorî encamên şer û aloziyên li welatên cîran siyaseta xwe ava dike.

Hevseroka DEM Partiyê hişyariyeke tund da hikûmetê û destnîşan kir ku rawestandina çareseriya pirsa Kurd di vê demê de metirsîdar e. Hatîmogullarî got: "Agirê şer gihîştiye ber deriyê me. Di rewşeke wiha de, rawestandin an jî paşxistina çareseriya pirsa Kurd şaşiyeke gelekî mezin e."