Li Rojava 4emîn Festîvala Zarokan dest pê kir

Bi beşdarbûna zêdetir ji hezar zarokî 4emîn festivala hunerî û çandî ya zarokan li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Di festîvalê de çalakiyên hunerî, çandî ji bo zarokan têne pêşkêş kirin û ne weku salên berê, di vê çapê de hejmarek ji komên zarokan yên Erebî û Siryanî jî beşdar in.

K24 – Rimêlan

Tevgera çanda Kevana Zêrîn ku serperiştiya vê festivalê dike, berpirsên wê didin zanîn jî ku hejmarek ji komên zarokan ji Şingalê jî vê salê dê beşdar bin û dibînin ku berovajî salên bûrî festivala 4emîn piştgirî û guhdaneke mezin pê hatiye kirin.

Zêdebûna hejmara zarokên beşdar û rengerenga netewan di festivalê de çalakiyên wê zengîntir dike. Herwiha li gorî komîta amadekar çanda jiyana hevbeş di nava zarokan de belav dike. berpirsên festivalê amaje bi wê yekê jî dikin, bi zêdebûna van çalakiyan zarokan dûrî rewşa tundiyê û şer dikin, ji bilî ku her komek bi reng û şêwazê xwe yê taybet huner û çanda xwe pêşkêş dike.

Festivala zarokan her sal di 1ê meha Îlûnê de ku roja cîhanî ya aştiyê ye li dar dikeve, di çapa vê salê de li ser dirêjahiya 9 rojan dê berdewam be, herwiha li bajarê Rimêlan û Serê Kaniyê çalakiyên wê ta 9ê vê mehê dê pêşkêş bibin.