7 berbijar li ser posta Serokomariya Iraqê rikberiyê dikin
Serokê Parlemantoya Iraqê ragihand, ji koma 31 daxwazkaran, tenê 7 berbijar rikberiyê li ser postê Serokomariya Iraqê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Parlemantoya Iraqê ragihand, ji koma 31 daxwazkaran, tenê 7 berbijar rikberiyê li ser postê Serokomariya Iraqê dikin.
Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî di rûniştina îro ya Parlemantoya Iraqê de got, 31 kesan daxwazên xwe pêşkêş kiribûn bo bikin berbijarê postê Serokomariya Iraqê, ji wê hejmarê jî niha 7 berbijar mane.
Diyar kir jî, 14 berbijaran pêwîstiyên bo derxistina ezmûn û şarezayên xwe yên siyasî diyar nekiribûn, 9 berbijar hatin dûrxistin û yek jî xwe vekişand.
Mihemed Helbûsî amaje bi wê kir, berbijarên hatine redkirin, dikarin ta roja Yekşemê 30î Îlonê tane li biryara dûrxistinê bidin.
Biryar e roja 2 Cotmeha bê di rûniştina taybet a Parlemantoya Iraqê de hilbijartin bo diyarkirina Serokomarê Iraqê bê kirin.
S. B