Seîd Veroj: Li gorî zimanasiyê Zazakî, Zaraveyeke Kurdî ye
Li Diyarbekirê Nivîskar û Lêkolîner Seîd Veroj, li dijî îdiayên ku Zazakî ne zaraveya Kurdî ye xebata ku 15 salan berhevkiriye çap kiriye û amaje dike ku Ji % 70 yê Kurmancî û Zazakî yek e û di warê rêzimên de jî mînakên berbiçav hene ku Zazakî jî zaraveyeke Kurdî ye.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê Nivîskar û Lêkolîner Seîd Veroj, li dijî îdiayên ku Zazakî ne zaraveya Kurdî ye xebata ku 15 salan berhevkiriye çap kiriye û amaje dike ku Ji % 70 yê Kurmancî û Zazakî yek e û di warê rêzimên de jî mînakên berbiçav hene ku Zazakî jî zaraveyeke Kurdî ye.
Ji aliyê hinek derdoran ve di salên dawiyê de dihat îdiakirin ku Zazakî ne zaraveyê Kurdî ye. Li ser van îdiayan jî Lêkolîner û Nivîsakar Seîd Veroj ku ew bixwe jî Kurdekî Zaza ye, lêkolînên xwe yên 15 salan wekî pirtûk çap kiriye. Seîd Veroj amaje dike ku Zazakî ango Dimilî bi awayekî teqez mirov dikare bibêje ku zaraveyeke Zimanê Kurdî ye û ji wê yekê bi gilî ye ku bi zanebûnî tê xwestin ku Zazakî ji Kurdî were veqetandin, lê ev yek ji rastiya pîvanên zimannasiyê dûr e.
Nivîskar û Llêkolîner Seîd Veroj ji K24ê re wiha axivî: "Piştî ew fesadî belav bu ku Zazakî ne zaravayek ê Kurdî ye min hewce dît ku xebat wiha bikim. Min ji aliyê dîroka diyalektan ve, ji aliyê fonetik ve, ji aliyê etîmolojîj û morfolojik ve bi awayeke zanistî xebatek wiha amade kir."
Seîd Veroj di pirtûka xwe de bi gelek mînakên şênber rêzimana Kurmancî û Zazakî hevber dike û di navbera gelek bêjeyên Kurmancî û Zazakî de tenê tîpek tê guhertin û dide zanîn ku di navbera Soranî û Zazakî de jî gelek hêmanên hevpar hene.
Seîd Veroj dibêje: "Beyntarê dimiliyo Kurmancî de vengê kê bedeliyenê hem beyntarê wurdî lehçeyanê Kurdî de bedeliyenê estê. Venge kê ma vajê mîyandê lehçe dê zî estê. Ma vajê beyntarê dîyalekta kurmancî yo dimilî de vengê b,v,m nê vengê pê bedeliyenê. Kurmancî vanê zava ma vanê zama tiyade v û b pê bedeliyayê. Kurmancî vanê belg ma vanê velg.”
Seîd Veroj bang li Kurdên Zaza dike ku guh nedin wan îdiayan ku tê gotin Zazakî û Kurdî ji hev cûda ne û ev rewş jî yek ji berdewamiya pergala pişaftinê ye ku bi salan e li Bakûrê Kurdistanê ev nêrîn hatiye meşandin da Kurd ji nirxên xwe yên neteweyî dûr bikevin.