Dengên nerazîbûn û rexneyan li HDP zêde dibin

Mehmet Alî Aslan dibêje, divê HDP gavek zûtir Kongreya Awarte lidar bixe...

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDP ê Xula 26emîn a Parlamentoya Tirkiyê Mehmet Alî Aslan dibêje, divê HDP gavek zûtir Kongreya Awarte lidar bixe û Selahedîn Demîrtaş bike Hevserokê HDPê.

Da zanîn, Demîrtaş jiber nûnertiya nirxên mîlyonan hatiye zîndanîkirin, lê rêveberiya HDP li hember vê rewşê bêdeng û bê helwest e. Aslan xwest ku, gavek zûtir dest bi çalakiyên demokratîk û bo azadkirinê jî, îmze bên komkirin.

Ev demek e dinav Partiya Demokrat’k a Gelan HDP de, dengên nerazîbûnê zêde bûn e. Aliyê rexnegîr, rêvebiriya HDP bi bêdeng û bêhelwêst binav dike û herweha tîne ziman ku, birêvebiriya Partiyê radestî çepgîran û di destê yekem de ên çepgîrên Tirk hatiye kirin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment