Siûdiye: Îran li ser kêşeyên Rojhilata Navîn berpirs e
Wezîrê Dereve yê Siûdiyê Adil Cubêr: Rêgirtin li çalakiyên Komara Islamî ya Îranê, wê bihêle aştî li Rojhilata Navîn berqerar bibe.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê Dereve yê Siûdiyê Adil Cubêr ragihand, ku rêgirtin li çalakiyên Komara Islamî ya Îranê, wê bihêle aştî li Rojhilata Navîn berqerar bibe.
Li gorî nûçeyeke malpera Ereb News, Adil Cubêr di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirî de, gotarek xwend û got: Bi rêgirtinê li stiratîjiyên Îranê, wê gellek kêşeyên Rojhilata Navîn bên çarekirin.
Cubêr diyar kir, ku Îran berdewam e li ser çalakiyên terorîstî, lewra Siûdiye piştevaniya stiratîjiya Amerîka li dijî Îranê dike.
Navhatî ji berpirsên welatên amade di wê civînê de xwest, ku kar ji bo sizadana terorîstan û piştevanên wan bikin.
N.O