Parlementerên AK Partî û CHP hilbijartina Kurdistanê dinirxînin

Wek hemû welatên cîhanê û herêmê. hilbijartinên Kurdistanê, li Tirkiyeyê ji aliye partiyên siyasî ve ji nêz ve tên şopandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Karvedanên encamên hilbijartinên Parlemana Kurdistanê didome. Wek hemû welatên cîhanê û herêmê. hilbijartin li Tirkiyeyê ji aliye partiyên siyasî ve ji nêz ve tên şopandin.

Parlamenterek Kurd ê AK Partiyê ji bo encamên hilbijartinê kêfxweşiya xwe tîn e ziman û dide zanîn ku, dê peywendiyên Enqere û Hewlêrê pêş de biçin. Parlamenterek CHP jî dibêje, di hilbijartinan de PDK biserketiye û ev jî nîşaneya îstîqrarê ye.

Li aliyê din parlamenterê mixalefeta sereke CHPê, Partiya xwe rexne dike ku, pêwendî bi Kurdistanê re na deyne.

 

 

C.B