Amerîka: Hîn sedemên derketina terorê hene

Serokê Desteya Hêzên Hevbeş ên Amerîkî ceneral Joseph Danford ragihand, ku ti pêşveçûn ji bo jinavbirin û çarekirina ew sedemên hiştin tundî û teror li Iraq û Sûrya derkeve, nehatiye encamdan.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Desteya Hêzên Hevbeş ên Amerîkî ceneral Joseph Danford ragihand, ku ti pêşveçûn ji bo jinavbirin û çarekirina ew sedemên hiştin tundî û teror li Iraq û Sûrya derkeve, nehatiye encamdan.

Joseph Danford diyar kir, tevî wan serketinên mezin li dijî terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûrya, lê heya niha ew rewşa ku bû sedema derketina DAIŞê, hîn berdewam e.

Danford di çarçoveya kongirekî taybet de, bi rûbirûbûna tundiyê got: Hîn jî di warê hevrêziyê de, di nav dezgehên siyasî, serbazî û hewalgirî de astengî hene, tevî biserketinên li dijî DAIŞê, lê hîn gellek kar mane ku divê bên encamdan.

N.O