Serokwezîr pêşwaziya şanda Tirkiye kir

Di civînê de, şand a Tirkiyê tekezî liser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, di hemû waran de û bi taybet di warê perwerdeyê de kir

K-24 Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel her yek ji Mehdî Eker wezîrê berê yê Çandiniya Tirkiyê û Hakan Karaçay Konsulê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê û şandeke dezgeha perwerdeyê Mearif ya Tirkiyê civiya.

Di civînê de, şand a Tirkiyê tekezî liser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, di hemû waran de û bi taybet di warê perwerdeyê de kir.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî, pêşxistina  pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de  tekez kir û bi taybet di warê perwerdeyê de ku, Tirkiyê  ezmûneke dewlemend, di vî warî de heye û dikare alîkariyê pêşkêşî dezgehên perwerdeyî yên Herêma Kurdistanê bike, Amadebûn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan da, bo her hevkarî  hemahengî di vê derbarê de. Gotûbêjkirina rewşa navçeyê û çend mijarên din ên girêdayî sîstema perwerde û fêrkirinê li Îraqê û Herêma Kurdistanê, beşek din ê civîna her du aliyan bû.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment