Qedexeya geştkirinê ji ser kurê Xaşuqçî hat rakirin
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di dema serdana xwe de ji bo Siûdiyê, bi zelalî ji berpirsên Siûdiyê xwestibû ku rê bidin, Selah Cemal Xaşuqçî, daku vegere Amerîka.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ku wê daxwaz ji Siûdîyê kiriye, rê bide kurê Cemal Xaşuqçî, ku geştê ji bo derveyî Siûdiyê bike.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Baladino ragihand, ku Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di dema serdana xwe de ji bo Siûdiyê, bi zelalî ji berpirsên Siûdiyê xwestiye ku rê bidin, Selah Cemal Xaşuqçî, daku vegere Amerîka.
Berî niha berpirsên Siûdiyê, geştkirin û derketin ji Siûdiyê li ber Selah Xaşuqçî qedexe kiribû.
Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Human Rights Watch ragihand, ku berpirsên Siûdiyê, qedexeya geştkirinê ji ser Selah Cemal Xaşuqçî rakiriye.
N.O