Li Diyarbekirê navenda Herêmî û Werzîşê ya jinan hat vekirin
Di navenda jinan de ji kursên cuda yên pîşeyî heta pirtûkxaneyê, ji werzîşê heta perwerdehiya zarokên biçûk tê dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê ji bo jinan Navenda Taybet a Herêmî hat vekirin. Navenda ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat vekirin, li ser serlêdanên jinên bermalî hat vekirin. Di navenda jinan de ji kursên cuda yên pîşeyî heta pirtûkxaneyê, ji werzîşê heta perwerdehiya zarokên biçûk tê dayîn. Navenda ku tenê jin dikarin jê ximetê werbigirin, bi taybetî ji aliyê bermaliyan ve rastî eleqeyê tê.
Li Diyarbekirê taybet ji bo jinan; Navenda Herêmî û Werzîşê ya Jinan hat vekirin. Bingeha navendê li ser hişmendiya qehwexaneya jinan hatiye avakirin da ku ji bo jinan jî şûnwarekî civakî were çêkirin. Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatan a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Ayşe Handan Eker dibêje; ev navend di encama lêkolînên daxwazên jinan de hatiye vekirin û dê dewama wê jî were.
Ayşe Handan Eker ji K24ê re got: "Piştî Serokomarê me Recep Tayîp Erdogan got; bila qewhexaneyên miletê werin vekirin; serokşaredarê me ji me xwest ku em di qada jinan de lêkolînê bikin û li gorî daxwaza jinan dezgehekê ava bikin. Di encama lêkolînên me de daxwazeke bi vî rengî derket pêş. Em li ser navê hemû jinan spasiyên xwe ji serokşaredarê xwe re pêşkêş dikin."
Navenda Herêmî û Werzîşê ya Jinan; navenda yekemîn e ku li herêmê hatiye vekirin û ji bo pêşketina jinan ji perwerdehiya kompîturê heta perwerdehiya kuaforiyê, gelek beşên pîşeyî cih digirin. Jinên ku tên vê navendê, zarokên xwe jî ligel xwe tînin û ew zarok jî heta çalakiyên dayîkên wan diqedin; li jûra lîstikan perwerdehiya taybet dibînin. Hediye Balpetek jî wekî bermaliyekê ji vê navendê sûdê werdigire û dixwaze dezgehên bi vî rengî li hemû taxan werin vekirin.
Hediye Balpetek dibêje: "Mafên jinan çi bin, çi para jinan bikeve, em hemûyan dixwazin. Bila wekhevî hebe. Ev der jî parçeyek ji mafên jinan e. Cihekî baş e, jin tên û ya baş dikarin zarokên xwe jî bînin. Bila dezgehên wiha li her taxê hebin. "
Li Diyarbekirê bêkarî yek ji pirsgirêkên civakî ye û vekirina navendên bi vî rengî her çiqas ji aliyê beşeke jinan ve bi awayekî erênî were pêşwazîkirin jî ji aliyê beşeke civakê ve tê xwestin ku navendên ku ji bo jinan derfetên kar bi pêş bixin, werin vekirin.