Putin serdana Siûdiyê dike
Berî niha jêderekî ji Wezareta Dereve ya Rûsya ragihandibû, ku Serokê Rûsya Vladimir Putin, berî dawiya vê salê, wê serdana Siûdiyê bike.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Rojnameya El-Şerq El-Ewset ji ser zimanê peyvdarê Serokatiya Rûsya Dimetri Piskov eşkere kiriye, ku Mosko û Riyad di pêwendiyan de ne, ji bo rêxistina dîdarekê di navbera Putin û Şah Selman de, lê hîn dema wê dîdarê nehatiye diyarkirin.
Berî niha jêderekî ji Wezareta Dereve ya Rûsya ragihandibû, ku Serokê Rûsya Vladimir Putin, berî dawiya vê salê, wê serdana Siûdiyê bike.
Herwiha peyvdarê serokatiya Rûsya diyar kir, ku amadekariyên lidarxistina wê dîdarê, piştî encamdana pêwendiyeke telefonî di navbera Putin û Şah Selman de destpê kirin.
N.O