Erdogan behsa serhildana DAIŞê dike
Erdogan: Emê terorîstên li Rojhilatê Feratê jî jinav bibin. Ji bo vê meremê, amadekarî, pilan û pirogramên me berdest in û di rojên derbasbûyî de, me destwerdana piraktîkî li dijî girûpên terorîst destpê kir.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku bizavek heye daku çekdarên DAIŞê dîsa serî hildin û dixwazin Sûrya di nav xwînê û agir de bihêlin.
Receb Teyib Erdogan di dema civîna firakisyona AKPê de, li nav Perlemana Tirkiyê ragihand, ku xwestekek heye, careke din girûpa DAIŞê çalak bibe.
Erdogan li ser vê yekê got: Em zanin ku ji aliyê çend neyarên Tirkiyê ve, bi rahênankirina çekdarên DAIŞê û bi riya belavkirina wan li navçeyê, bizava peydakirina tevliheviyê tê kirin.
Got jî: Em di wê baweriyê de ne, ne xelkê navçeyê û ne nerîna giştî ya cîhanî, nikarin bi lîstikê DAIŞê ji nav bibin. Ti carî em rê nadin wan kesan, ku li aliyekî rêjîma Sûryê han bide li aliyekî din DAIŞê bînin navçeyê û Sûrya di nav xwînê û agir de bihêlin. Emê terorîstên li Rojhilatê Feratê jî jinav bibin. Ji bo vê meremê, amadekariyên me, pilanên me û pirogramên me berdest in û di rojên derbasbûyî de, me destwerdana piraktîkî li dijî girûpên terorîst destpê kir. Di pêşerojeke nêzîk de jî, emê operasyoneke berfireh li dijî girûpên terorîst destpê bikin.
N.O