Serdozgeriya Stenbolê: Xaşikçî bi awayekî plankirî hat kuştin

Serdozgeriya Stenbolê da xuyakirin, rojnamevan Cemal Xaşikçî bi awayekî plankirî di nav Konsulxaneyê de hatiye fetisandin û termê wî jî hatiye parçekirin û tunekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Stenbolê da xuyakirin, rojnamevan Cemal Xaşikçî bi awayekî plankirî di nav Konsulxaneyê de hatiye fetisandin û termê wî jî hatiye parçekirin û tunekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, da xuyakirin, Komara Tirkiyê û Şahiya Siûdî rêkeftibûn ku bûyera kuştina rojnamevan Cemal Xaşikçî ji hemû aliyan ve were ronîkirin û di vê çarçoveyê de Serdozgerê Siûdî el-Muceb serdana Tirkiyê kiriye.

Di hevdîtinan de Tirkiye xwestiye lêpirsîn li Tirkiyê bê meşandin jiber ku bûyer li axa Tirkiyê rû daye û berpirsên ku niha li Siûdî girtî ne, radestî Tirkiyê bên kirin.

Serdozgeriyê da xuyakirin, digel hemû hewl û hevdîtinan nekarîne bigihên encamê.

Rojnamevanê Siûdiyê Cemal Xaşikçî roja 2ê Cotmehê ve dema serdana konsolxaneya welatê xwe li Stenbolê kiribû winda bûbû, di pişt re Daxwazkarê Giştî yê Siûdiyê Ebdula el-Muceb kuştina Cemal Xaşikçî di Konsolxaneya Siûdiyê li Stenbolê de piştrast kiribû.

 

S. B