Li Efrînê 2 welatî ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin

Revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve berdewam e. Çekdaran du welatiyan ji navçeya Raco ya Efrînî revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve berdewam e. Çekdaran du welatiyan ji navçeya Raco ya Efrînî revandin.

Navenda Ragihandê ya Efrînê belav kir, li navçeya Raco girûpên çekdar her du welatî Osman Hemo yê 65 salî û Şêxmûs Hesko yê 25 salî dema li nava zeviyên xwe bûn, revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi ve wê, ji bo standina pereyan ji malbatên wan bi hezaran welatiyên Efrînê tên revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de diyar kiribû, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, bêtir 2338 welatiyên Kurd ji aliyê grûpên bi ser Tirkiyê ve hatine girtin û ji wan 800 kes heya niha di zîndanên de ne.

Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn, li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê grûpa Ebû Udey baca 1000 Lîreyên Sûrî li ser her dareke zeytûnê li gundiyan sepandiye û herwiha baca 300 tenekên zeytê jî li tevahiya gund ferz kiriye.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment