li çiyayê Cûdî 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan

Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê radigihîne, li çiyayê Cûdî di encama bombebaranekê de 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê radigihîne, li çiyayê Cûdî di encama bombebaranekê de 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxûyaniyeke nivîskî ragihand, li bajarokê Silopiyê çiyayê Cûdî dijî gerîlayên PKKê yên di nava şikeftekê de bûn operasyoneke esmanî birêve çûye.

Wezaretê ragihand, di encama bombebarandinê de 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Di derbarê vê êrîşê  de heta niha HPG ti daxuyanî nedaye. Lê HPG di daxuyaniyeke xwe de dide zanîn, hêzên wan li bajarê Agiriyê êrîşê leşkeran kirine û hejmarek leşker hatine kuştin û birîndar bûne.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment