Cemal Kaşikçi.. Kuştin û lêpirsîn

Lêpirsîna kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi ev mehek e bi dehan tohmet, gotegot û daxuyaniyên berevajî hev berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lêpirsîna kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi ev mehek e bi dehan tohmet, gotegot û daxuyaniyên berevajî hev berdewam dike.

Çîroka kuştina Kaşikçi di 2ê Cotmehê de destpê dike. Kaşikçi dixwaze digel xanimeke bi navê Hatîce Cengîz bizewice. Lê divê bi belgenameyek fermî îspat bike ko xanima xwe ya li Arabîstana Siûdî berdaye û ji bo wergirtina wê belgenameyê diçe konsolxaneya Arabîstana Siûdî ya Stenbolê. Lê piştre ti agahî ji wî nayê standin û dergistiya wî Hatîce Cengîz ku ber deriyê Konsolxaneyê çaverya derketina Kaşikçi dikir, berpirsên Tirkiyeyê û raya giştî agahdar dike.