Tirkiye daxwaza bidawîanîna pêwendiyên ligel YPG ji Amerika dike
Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Dawîkirina pêwendiyên Amerîka û YPGyê ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê pêwîstiyek bingehîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Dawîkirina pêwendiyên Amerîka û YPGyê ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê pêwîstiyek bingehîn e.
Di nav 2 rojên dawî de şandeyeke Tirkiyê di pêşengtiya Cigîrê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onalî de serdana Amerîkayê kiribû û digel berpirsên wî welatî kom bûbûn. Di derbarê naveroka wê serdanê de Wezareta Derve ya Tirkiyê daxûyaniyek belav kir û da zanîn ko şandeya wan ji berpirsên Amerîkayê re gotiye, dawîkirina pêwendiyên Amerîka û YPGyê ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê pêwîstiyek bingehîn e. Şandê herwiha giringiya cihbecihkirina nexşerêya Minbicê jî aniye ziman.
Beriya 2 rojan Tirkiye û Amerîka li Minbicê dest bi gera hevpar kiribûn.
C.B