Tirkiye daxwaza bidawîanîna pêwendiyên ligel YPG ji Amerika dike

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Dawîkirina pêwendiyên Amerîka û YPGyê ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê pêwîstiyek bingehîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Dawîkirina pêwendiyên Amerîka û YPGyê ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê pêwîstiyek bingehîn e.

Di nav 2 rojên dawî de şandeyeke Tirkiyê di pêşengtiya Cigîrê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onalî de serdana Amerîkayê kiribû û digel berpirsên wî welatî kom bûbûn. Di derbarê naveroka wê serdanê de Wezareta Derve ya Tirkiyê daxûyaniyek belav kir û da zanîn ko şandeya wan ji berpirsên Amerîkayê re gotiye, dawîkirina pêwendiyên Amerîka û YPGyê ji bo ewlekariya netewî ya Tirkiyê pêwîstiyek bingehîn e.  Şandê herwiha giringiya cihbecihkirina nexşerêya Minbicê jî aniye ziman.

Beriya 2 rojan Tirkiye û Amerîka li Minbicê dest bi gera hevpar kiribûn.

 

 

 

C.B