Hêzeke Amerîkî li gel HSD çavdêriya sînorên Rojavayê Kurdistanê dike

Mefrezeyeke hevbeş ji hêzên Amerîkî û yên HSD li ser sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, dest bi çavdêriya rewşê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Mefrezeyeke hevbeş ji hêzên Amerîkî û yên HSD li ser sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, dest bi çavdêriya rewşê kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, ku ew mefrezeya hevbeş, li derdora bajarê Serê Kaniyê û Dirbêsiyê erkên xwe bicî kir.

Piştî êrîşên vê dawiyê yên Artêşa Tirkiyê li ser hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê, Artêşa Amerîka daku piştevaniya xwe ji xelkê deverê re bide xuyakirin, li gel şervanên HSD ew mefrezeya hevbeş li ser sînor pêk anî.

N.O