YE: Bi Tirkiye re dawî li danûstandinên endamtiyê bînin
Berpirsê Komîsyona Firehbûna Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwaz kir, proseya endamtiya Tirkiye ya bo Yekîtiya Ewropayê ji binî ve were dawîanînê
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Komîsyona Firehbûna Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwaz kir, proseya endamtiya Tirkiye ya bo Yekîtiya Ewropayê ji binî ve were dawîanînê.
Endamê Komîsyona Yekîtiya Ewropa û Berpirsê Firehbûnê Johannes Hahn bo rojnameya Almanî Die Welt axivî û got, divê dawî li proseya endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropa bê anîn. Da zanîn, bo endamtiya Tirkiyê diyarkirina demê rast nîn e, divê Yekîtiya Ewropa bi Tirkiyê re li rêyên din bigere û dawî li danustandinên endamtiyê bîne.
Hahn got, dema li daxuyaniyên serokê Fransayê Macron jî dinêre, di demeke diyarkirî de endamtiya Tirkiyê rasteqînî nabîne. Da zanîn, divê bo avedankirina Sûriyê, kêşeya penaberan û mijara yekîtiya gumrikê de xebatên xwe bi Tirkiyê re berdewam bikin.
C.B