Lubnan: Hikûmeta Sûryê penaberên vedigerin dikuje
Wezîrê karûbarên meşext û penaberan yê Lubnanê Mu'în Mir'bî ragihand, ku ew penaberên Sûrî yên vedigerin malên xwe, ji aliyê rêjîma Sûryê ve tên kuştin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê karûbarên meşext û penaberan yê Lubnanê Mu'în Mir'bî ragihand, ku ew penaberên Sûrî yên vedigerin malên xwe, ji aliyê rêjîma Sûryê ve tên kuştin.
Mu'în Mir'bî tekez kir, zanyarî li cem wan hene, ku Hikûmeta Sûryê penaberên ku vegeriyane malên xwe dikuje û got: Zanyarî gihiştine destê me, ku berpirsekî ewlehiya Sûryê derbasî maleke penaber li bajarokê Barûha yê gundewarê Himsê bûye û sê zilam ji yek malbatê kuştiye.
Mir'bî eşkere kir, ku nûçeyên kuştinê ji navçeyên wan kesan e yên ku vegeriyane malên xwe û ew bûyer bi taybetî li gund û bajarokên li ser sînorê rojhlat û bakurê Lubnanê çêdibin.
N.O