Erdogan: Amerîka nikare me bixapîne
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan: Amerîka nikare Tirkiyê bixapîne, wê Tirkiye di şerê li dijî PKKê de berdewam be û emê Qendîl û Şingalê li ser serê PKKê biherifînin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di konfiransekî rojnamevanî de got: Amerîka nikare Tirkiyê bixapîne, wê Tirkiye di şerê li dijî PKKê de berdewam be û emê Qendîl û Şingalê li ser serê PKKê biherifînin.
Derbarê diyarkirina xelateke diravî ji aliyê Amerîka ve, ji bo desteserkirina sê serkirdeyên PKKê, Receb Teyib Erdogan got: Em li bendî bicîkirina biryarê ne, lê Amerîka ne dilsoza bicîkirina wê biryarê ye û dixwaze Tirkiyê bixapîne, ev siyaseta durû ya Amerîka ye, lê ew nikare Tirkiyê bi vê siyasetê bixapîne.
Erdogan got jî: Emê PKK li Iraqê jinav bibin û emê Qendîl û Şingalê bi ser PKKê de bînin xwarê. Amerîka li aliyekî PKK wek rêxistineke terorîstî binav dike û xelatê ji bo eşkerekirina cihên serkirdeyên PKK li Qendîlê diyar dike û li aliyekî din li Sûrya hevkariya heman PKKê dike. Em baş siyaseta Amerîka fêm dikin û ew nikare me bixapîne.
N.O