HDP: Operasyona Şaxê Zeytûnê niha bûye talana zeytûnê

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî ragihand, desthilata AK Partî li derve û hundir li hember nirx û destkeftên Kurdan şer dike û niha li Efrînê zeytûnên gel tên talankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Sezaî Temelî ragihand, desthilata AK Partî li derve û hundir li hember nirx û destkeftên Kurdan şer dike û niha li Efrînê zeytûnên gel tên talankirin.

Sezaî Temelî li Mêrsînê beşdarî kongreya partiya xwe bû û got: “Madem dixwazin dengê me qut bikin û dernaxin medyayê, divê em jî mal bi mal bigerin û behsa maf û azadiyan bikin.”

Got jî: “AKP siyaseta şer û şantajê li derve û hundir berdewam dike. Navê faşîzmê li vê derê qeyum e. qeyum danîn ser 96 şaredariyên me û dest danîn ser ziman û derfetên gel û niha hemû ketine nav gendeliyên mezin.”

Amaje bi rewşa Efrînê kir û got: “Tirkiyê tevî çekdarên dijbereyê êrişî Efrînê kirin ku aramtirîn dever bû û 150 hezar Kurd û Ermen û Aşûrî koçber kirin. Operasyona şaxê zeytûnê niha bûye talana zeytûnê.”

 

S. B