Rûsya pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re bihêztir dike
Viladimir Putin di 19ê vê mehê de, wê serdana Stenbolê dike, ji bo beşdariyê di rêwresma temakirina pirojeya xeta xazê ya di nav Tirkiye û Rûsya de bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.
Cîgirê Serokê Rûsya Yuri Ushakov eşkere kir, ku Viladimir Putin di 19ê vê mehê de, wê serdana Stenbolê dike, ji bo beşdariyê di rêwresma temakirina pirojeya xeta xazê ya di nav Tirkiye û Rûsya de bike.
Pirojeya xeta xazê, kişandina du boriyan di navbera herdu welatan de li xwe digire û biryar e, her yek ji wan di salê de, 15 milyar mitir sêca ji xazê hinarde bike, yek ji wan, wê xazê ji Rûsya hinardeyê Tirkiyê bike û ya din wê xaza Rûsî, ji Tirkiyê bigehîne welatên başûrê Ewroapa û tê pêşbînîkirin, ku hinaredekirina xazê bi riya herdu boriyan di sala 2020an de, destpê bike.
Putin di nava mehekê de, ev diwem car e wê serdana Tirkiyê bike û li gel serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bicive, ji ber ku di 27 Cotmeha derbasbûyî de jî, her yek ji Vladimir Putin, Emmanuel Macron û Angela Merkil, derbarê kirîza Sûryê, serdana Tirkiyê kiribûn.
N.O