Li Tirkiyê firokeyeke rahênana serbazî hat xwarê
Li gorî agahiyan, ambulans û tîmên rizgarkirinê ji bo deverê hatine şandin û derbarê encam û ziyanên wê bûyerê, hîn zanyariyên piştrast bidest neketine.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, firokeyeke rahênana serbazî li navçeya Başkarcî li bajarê Denîzlî hat xwarê.
Hat ragihandin, ku piştî ketina wê firokeyê, ji aliyê Saziya Firîngehên Dewletê ve, Rêveberiya Ewlekariya Denîzlî, dest bi lêgerînan kiriye.
Li gorî agahiyan, ambulans û tîmên rizgarkirinê ji bo deverê hatine şandin û derbarê encam û ziyanên wê bûyerê, hîn zanyariyên piştrast bidest neketine.
N.O