Ozturk Yilmaz ji CHP hat dûrxistin
Desteya Dîsîplînê îro biryara dawîanîna endamtiya Ozturk Yilmaz ya CHPê da
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenter û Cîgirê Serokê CHPê Ozturk Yilmaz ji partiyê hat dûrxistin.
Parlamenterê CHPê Ozturk Yilmaz ku di heman demê de cîgirê Serokê partiyê bû, di bernameyeke televîzyonê de gotibû, divê Banga Nivêjê careke din bi Tirkî bê xwendin.
Gotinên Yilmaz di nav partî u derveyê partiyê de hatibû rexnekirin û arasteyê Deteya Dîsîplînê ya CHP hatibû kirin.
Desteya Dîsîplînê îro biryara dawîanîna endamtiya Ozturk Yilmaz ya CHPê da.
Ozturk Yilmaz, dema DAIŞ Mûsil dagîr kir, Konsulê Tirkiyê yê Mûsilê bû û ji hêla DAIŞ ve hatibû girtin û piştî çend mehan tevî 49 kesan, li ser sînorê Tirkiyê radestî rayedarên Tirkiye hatibû kirin.
C.B