Serok Barzanî li Necefê ye

Serok Barzanî li Necef ligel Rêberê Hevpeymaniya Saîrûn û Serokê Şepêla Sedr, Muqteda Sedr re civînê lidar bixe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî, piştî rêze hevdîtinên xwe ligel birêvebiriya siyasî ya Iraqê li Bexdayê, derbasî Necefê bû.

Serok Barzanî li Necef ligel Rêberê  Hevpeymaniya Saîrûn û Serokê Şepêla Sedr, Muqteda Sedr re civînê lidar bixe.

Li Firokxaneya Necef Serok Barzanî ji alî birêvebirên bajar ve hate pêşwazî kirib û bi sand a ligel derbasî Ofîsa Serokê Şepêla Sedr bûn. Piştî pêşwazîkirina germ ji alî Muqteda Sedr civîn bi beşdariya şandan destpê kir.

Di şand a Serok Barzanî de, Şêwirmendê Encûmena Ewleyî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û herweha Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî yê Iraq a Federal Fûad Husên hene.

Serok Barzanî berî derbasî Necef bibe, li Bexdayê civîn ligel Serokqezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlementoyê Mihemmed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, Serokwezîrê berê û Emîndarê Hizba Dawa Nurî Malikî, Serokê Tevgera Etaa Falih Feyaz, Serokê Bereya Turkmen a Iraqê Erşad Salihî, Serokwezîrê berê Heyder Ebadî, Serokê Kongreya Erebî Salih Mutleq û Serokê Tevgera Hikmê Ammar El Hekîm re pêkanîbûn…

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment