Li Idlibê du rojnamevanên dijberên rêjîma Sûryê hatin terorkirin
Hin çekdaran herdu rojnamevan û çalakvanên diyar ên bajarê Kefrinbil ê ser bi Idlibê ve, Raid Faris û Hemûd Cinêd gullebaran kirin û ew bi giranî birîndar kirin, lê piştre canê xwe jidest dan.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku hin çekdaran herdu rojnamevan û çalakvanên diyar ên bajarê Kefrinbil ê ser bi Idlibê ve, Raid Faris û Hemûd Cinêd gullebaran kirin û ew bi giranî birîndar kirin, lê piştre canê xwe jidest dan.
Riwangehê diyar kir, ku ew herdu rojnamevan li dijî girtin û binpêkirinan bûn, ku li Idlibê ji aliyê çekdarên tundrew ve dihatin kirin.
Faris û Cinêd di radyoya Firêş FM a Parêzgeha Idlibê de kar dikrin û bi nivîsandina silogan û pankartên di xwepêşandanên li dijî rêjîmê dihatin bilindkirin, naskirî bûn.
N.O