Hikûmeta Sûryê: Hêzên Hevpeymanan 11 sivî li rojhilatê Firatê kuştin

Li gorî ajansa nûçeyên fermî ya Hikûmeta Sûryê (SANA), firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, gundê El-Şef'e li gundeoarê Dêra Zorê bordûman kirin û di encamê de 11 welatiyên sivîl kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî ajansa nûçeyên fermî ya Hikûmeta Sûryê (SANA), firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, gundê El-Şef'e li gundeoarê Dêra Zorê bordûman kirin û di encamê de 11 welatiyên sivîl kuştin.

Ajansa SANA diyar kir, ku di nav kuştiyan de, 5 zarok hene û ji bilî kuştiyan, bidehan kesên din birîndar bûne û hejmarek ji avahiyan wêran bûne.

Ev çendîn car in, Hikûmeta Sûryê hêzên Hevpeymanan bi kuştina sivîlan tometbar dike, lê Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê xwe ve wan tometan red dike û tekez dike, ku ew tenê bingeh û çekdarên DAIŞê bordûman dikin.

N.O