Asayişa Silêmaniyê daxwaza valakirina baregeha rêxistineke PKKê dike

Îro hêzên Asayişa Silêmaniyê baregeha Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê ya ser bi PKKê ve dorpêç kir û moleta 24 demjimêr daye wê tevgerê ta baregeha xwe vala bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro hêzên Asayişa Silêmaniyê baregeha Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê ya ser bi PKKê ve dorpêç kir û moleta 24 demjimêr daye wê tevgerê ta baregeha xwe vala bikin.

Hevseroka Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Tara Husên ji K24ê re ragihand, îro hêzên asayişa Silêmaniyê baregeha wan li Silêmaniyê dorpêç kir û bi bihaneya nebûna moleta fermî daxwaza valakirina baregehê kir.

Got jî: “Niha hêzên asayişê ji derdora baregeha me vekişiyane û moleta 24 demjimêran da me, ta ji baregeha xwe derkevin.”

Tara Husên amaje bi wê yekê kir, pêştir wan hemû riyên yasayî girtin ber ji bo moletê werbigirin, lê molet ji bo wan nehatiye dan.

Hevseroka Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê got jî: “Bi her awayekî daxwaza valakirina baregehên me li Silêmaniyê red dikin û ji baregehên xwe dernakevin.”

Berî çend rojan Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî biryarek derkiribû, her aliyek moleta wan tune be, divê baregehên xwe bigirin.

 

S. B