Erdogan û Putin li ser aktîvkirina rêkeftina Idlibê li hev kirin

Di daxuyaniya Krêmlinê de hatiye jî, Putin û Erdogan li ser aktîvkirina karê hevbeş ji bo bicîhkirina rêkeftina Idlibê rêkeftin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser aktîvkirina rêkeftina Idlibê li hev kirin.

Ligor daxuyaniya Krêmlinê, ku Serokê Rûsyayê Vladîmir Putin û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di peywendiyekê telefonî de rêkeftina di derbarê Idlib û zêdekirina danûstandinên siyasî yên Sûriyê gengeşe kirin.

Di daxuyaniya Krêmlinê de hatiye jî, Putin û Erdogan li ser aktîvkirina karê hevbeş ji bo bicîhkirina rêkeftina Idlibê rêkeftin.

Roja17ê Îlona borî li Soçî, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Rûsiyê civiyabûn , û li ser avakirina deverek bê çek di navbera hêzên Hikûmet û opozîsyona Sûriyê de lihev kiribûn.

 

 

C.B