Sizaya 190 hezar lireyan hemberî Kiliçdaroglu

Dadgeheke Tirkiyê 190 hezar lîre siza li Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogl birî, ku malbata Serokomar Erdogan bi revandina pere bo derveyî Tirkiyê tometbar kiribû

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeheke Tirkiyê 190 hezar lîre siza li Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogl birî, ku malbata Serokomar Erdogan bi revandina pere bo derveyî Tirkiyê tometbar kiribû. Jiber dozê mîlyonekê zêdetir siza li Kiliçdaroglu hatiye birîn.

Serokê Giştî yê CHPê îdîa kiribû ku, xizm û hevalên Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, li girava MAN ya Brîtanyayê kompaniyek vekirin e û bi mîlyonan pere şandine wê derê.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan û xizmên wî derbarê gotinên Kiliçdaroglu de doz vekirin û heta niha dadgehê 5 car siza li Kiliçdaroglu biriye, ku digihêje mîlyonek û 18 hezar lîreyan.

Kemal Kiliçdaroglu, bo dayîna sizayê, mala xwe firot.

 

 

C.B