Sûriye: Israîl piştevaniya terorê li Sûriyê dike
Hikûmeta Sûriyê, Israîlê bi piştevaniya terorê li Sûriyê tometbar dike û daxwaz ji Civaka Navdewletî dike êrîşên Israîlê li ser Sûriyê rawestîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Sûriyê, Israîlê bi piştevaniya terorê li Sûriyê tometbar dike û daxwaz ji Civaka Navdewletî dike êrîşên Israîlê li ser Sûriyê rawestîn e.
Wezareta Derve ya Sûriyê di dû nameyan de ji bo Netewên Yekgirtî û Civata Asayişa Navdewletî ragihand, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ bi Serokatiya Amerîka gundê elŞe'fe yê Dêrazorê bombebaran kirin e, di encam de herî kêm 30 kes hatine kuştin.
Wezareta Derve ya Sûriyê diyar jî kir, êrîşên digel hev ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ û Israîlê liser Sûriyê bi armanca piştevaniya terorê û dirêjkirina dem a krîza Sûriyê ye.
Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û Civata Asayişa Navdewletî kir, wan êrîşan şermezar bike û kar ji bo rawestandina wan bike.
Şeva borî, medya fermî ya Sûriyê ragihandibû, Israîlê devera Kiswe ya başûrê Şamê kiribû armanc û sîstema berevaniya Sûriyê ew êrîş têkşikandibû.
C.B