Çawîşoglu: Emê operasyonên xwe berdewam bikin

Wezezirê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, eger ew desthilatê nexin di deste xwe de, fersetên di destê wan de dê ji dest biçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezezirê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, eger ew desthilatê nexin di deste xwe de, fersetên di destê wan de dê ji dest biçin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ji rojnameyeke Yunanî re got, heger wan li bakurê Sûriyê operasyon nekiribana, niha ewê di bin gefeke mezin ya terorê de bana.

Li gorî Çawîşoglu, wan li Sûriyê herêmek biqasî 4 hezar k.m Ducarkî xistine bin kontrola xwe û aramî li wê herêmê durist bûye.

Çawîşoglu dibêje: “Ew nikarin xwe li benda hin dewletên din bimînin, ewê operasyonên xwe berdewam bikin.

Demek e rayadarên Tirkiyê gefa destpêkirina operasyonan li deverên Kurdî li rojhilatê Firatê dixwin, Amerîka jî li hember van gefan xalên çavdêriyê li Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Tirkiyê dadimezrîne.

Nûnerê Sûriyê li danûstandinên Astanayê Beşar Caferî berî du rojan rexne li dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re girtibû û gotibû, Tirkiye demografiya bakurê Sûriyê diguhêre û çekan dide rêxistinên nerewa.

 

S. B