Pompeo: Şerê me lidij DAIŞ berdewam dibe

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di civîna ligel Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyaho li Brazîlê, di derbarê vekşandina hêzên wan ji Sûriyê ragihand, ew biryar a Serok Trump ti bandor li şerê DAIŞ nabe û ew di rûbirûbûn a wê rêxistinê de berdewam dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerîkayê radighîne, vekşandina wan ji Sûriyê bandor liser şerê DAIŞ nabe.

 Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di civîna ligel Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahû li Brazîlê, di derbarê vekşandina hêzên wan ji Sûriyê ragihand, ew biryar a Serok Trump ti bandor li şerê DAIŞ nabe û ew di rûbirûbûn a wê rêxistinê de berdewam dibin.

Herweha Pompeo got jî, vekşandina wan ji Suriyê siyaseta wan hember Israîl û Asayişa wî welatî nade guhertin, û armanca sereke ya Amerîka li navçeyê parastina ewleyî û asayişa Israîl e û li dijî rêjîma Esed, hebûn û berferehbûna Iranê li navçeyê, dê di alîkariya Israîlê de berdewam bin.

 

 

 

C.B