Chomsky: Metirsiya Tirkiye yekrêziya Kurd e
Chomsky ji K24 re ragihand ku: Hebûna serbazên Amerikî li herêmên Kurd li Sûriye xwedî rolek girîng e. Xwedî rolek rêgir beramberî êrîşên Tirkiye ye...

K24 – Navenda Nûçeyan
Bîrmendê navdar ê navneteweyî Noam Chomsky diyarkir ku, hebûna serbazên Amerîkî li herêmê baweriyê dide Kurdan.
Chomsky ji K24 re ragihand ku: “Hebûna serbazên Amerikî li herêmên Kurd li Sûriye xwedî rolek girîng e. Xwedî rolek rêgir beramberî êrîşên Tirkiye ye. Bi vî awayî, hebûna Amerîkî dibe rêgir hemberî daxwaza operasyonê ya Tirkiye hemberî Sûriye”.
Noam Chomsky liser biryara Serokê Amerikayê ya piştgiriya Kurdan jî diyarkir: “Hebûna Hêzên Amerîkî heta ciheî baweriyê dide Kurdan. Ji aliyek din ve Tirkiye alîkariya milişyatên tundrew dike. Ev jî tê wê wateyê: Mezintirîn guman û dilgiraniya Tirkiye pêkanîna yekîtiyek Kurdî ye”.
Liser hebûna Hêzên Fransî li deverê Chomsky got: “Hebûna Hêzên Fransî bi sere xwe nikare bibe rêgiriyek hemberî hin êrîşên beramberî deverê. Jiber vê yekê vekşêna Hêzên Amerikê dikarî zemînek metirsîdar peyda bike”.
C.B