Rojnameya “aawsat”: Bolton serdana Rojavayê Kurdistanê dike
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka ligel Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê û Serokerkanê wî welatî serdana Rojavayê Kurdistanê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka ligel Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê û Serokerkanê wî welatî serdana Rojavayê Kurdistanê dikin.
Biryar e roja 7ê vê mehê Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton ligel Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery û Serokerkanê wî welatî Joseph Dunford serdana Tirkiriyê bikin û ligel rayedarên Tirkiyê pirsa vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê guftûgo bikin.
John Bolton li Twittera xwe nivîsî, “ Em serdana Tirkiyê dikin ji bo bi hevpeymanên xwe derfeta hevkariyê ya ji bo vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, jinavbirina terorê û parastina hêzên bi me re li dijî DAIŞê şer kirine (nîşanek ji HSD û YPGê re ) guftûgo bikin.
Her di wê derbarê de, Rojnameya “aawsat” çapa Londonî di vê derbarê de belav kiriye, amadekarî û pêwendî tên kirin ji bo John Bolton, James Jeffery û Joseph Dunford ji Tirkiyê serdaneke ku nehatiye ragihandin ji bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bike re bikin.
Li gor wê rojnameyê, heger hat Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton serdana Rojavayê Kurdistanê bike, ew dibe bilintirîn serdana berpirsekî Amerîk ji Sûriyê re ji sala 2014an ve.
Ev serdana her sê berpirsên pilebilind ên Amerîkî ji Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê piştî wê yekê tê, Serokê Amerîka di meha bûrî de biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû û di pêwendiyeke telefonî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re gotibû “Sûriyê ji te re ye.”
Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî, pêr Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dilgiraniya Amerîka derbarê kuştina Kurd li ser destê Tirkiyê derbirîbû û gotibû: “Amerîka kar dike da ku Tirkiye nikaribe Kurdan bikuje.”
S. B