Amerîka hevpeymaniyeke nû li Rojhilata Navîn dixwaze
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo aşkere dike, Washington beşek ji plana xwe ya aştiyê li Rojhilata Navîn bi çend welatên navçê re guftûgo kiriye û dirustkirina hevpeymaniyekê li Rojhilata Navîn bi pêwîstî dizane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi rêya telekonferansê beşdarî panêleke Korbenda Aboriya Cîhanî ku salane li Davos a Swîsreyê birêve diçe bû û got: “Me bi cidî çend beş wê planê bi çend welatên navçê re behs kirine” bêyî ku wan welatan aşkere bike.
Herwiha gotiye, hewlên rêvberiya Serokê Amerîka Donald Trump ên pêkanîna aştiyê ji piştî hilbijartinên Îsraîlê ve dest pê dikin.
Mike Pompeo got: “Min di geşta xwe bo Rojhilata Navîn de li her welatekî min tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka pabend e bi pêkanîna aştî û aramiyê û em hîna li Rojhilata Navîn hêzeke aştîxwaz in.”
Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê duhî Sêşemê 22ê Çileya 2019an li Siwîsrayê dest pê kir.
S. B