Li gundê Xûnî gamêş di sermê de di avê de tên çêrandin

Ebax a navçeya Wanê, ciyê ku her sal pleya herî sar ya sermaye lê tê pîvandin e. Gundê Xunî jî di serdema ku berf û serma hewildor radipêçe de, ji ber ev ava ku ji avgermekî tê û di navde derbas dibe û gundî jî gamêşên xwe tê de diçêrînin ciyê dîmenên balkêş û berhevhatina sar û germê ye.

 

K24 – Wan

Ebax a navçeya Wanê, ciyê ku her sal pleya herî sar ya sermaye lê tê pîvandin e. Gundê Xunî jî di serdema ku berf û serma hewildor radipêçe de, ji ber ev ava ku ji avgermekî tê û di navde derbas dibe û gundî jî gamêşên xwe tê de diçêrînin ciyê dîmenên balkêş û berhevhatina sar û germê ye.

Li hewildorî her tiştek rengê serma û qerisandinê ye, ji bilî vî çema. Di demsalên zivistanê de, gundiyên gundê Xûnî, dewar ango gamêşên xwe ji bo çêrê berî vî çema didin û dîmenên ku peyda dibin, helbet bala medya û fotokêşan jî dikşîne.

Yaşar Beyazsû jî ji gundê Xûnî ye û radgihîne ku zivistanên sar, ji bo wan gelek zehmetiyan peyda dike û çêrandina gamêşên xwe di vê avê de jî ji bo wan derfetekiye, lê îsal av jî kêm buye û çêre jî zêde nîne.

Gundiyê Xûnî Yaşar Beyazsû ji K24ê re got: “Li vê derê pleyên sermaye dadikevin bin sifirê 30-40 dereceyan, dema wiha sar bibe, ji bo me jî zehemtî zêdetir dibe. Hersal di avê de, zêdetir giyayê çêrê hebû, qûtê wan têr dikir. Lê îsal çêreya nav çem kêm e, em sibeya li mal têr dikin û ji ber sermayê dereng berdidin, em di derdorê 10-11'an de rast dikin, lê di avê de jî tiştek tune, em gelek zehmtiyan dikşînin.”

Gamêşên ku hêj nezayîne û ji bo çêreyê guncavin tên berdan, lê yên ku nû golik anîbin û tevî golikan ve ji ber sermayê nayên berdan.

Grûpekî fotokêş jî îro wek me ji bo berhevanîna dimênên balkêş hatine. Mûrat cacim jî yek ji wan e û ji bo Kurdistan24 radigihîne ku li Serhedê û Wanê gelek ciyên xweş hene û ew jî hewla ku ji wan ciyên xweş dimenên xweş bigrin didin. Cacim balê jî dikşîne divê piştgiriya fotokêşan jî bê kirin da ku bikarin baştirîn karê danasînê bikin.

Fotokêş Mûrat Cacim dibêje: "Em dema serê sibê hatin, pleyên sermayê bin sifirê de -17 derece wan bû. Ev ava germ dema di nav vê sermayê de diherike û bi ketina gamêşa re tê gel hev dîmenên xweş peyda dike. Gelek fotokêş serdana vir dikin û bi van taybetiyên xwe jî ev navçeya sar, bi dimenên xwe yên xweş ji me re derfetan peyda dike."

Gundê Xûnî û di nav hewildoriya sar û qerisandî de, çemê ku ji germavê tê jî herî zêde di çileyen zivistanê de, ciyê serdana fotokêş û nûçegihana ye.