Çalakvanên siruştê di sermê de melavaniyê di gola Wanê de dikin
Çalakvanên Siruştê, li Wanê her carê bi çalakiyekiyekî balê dikşînin.
K24 – Wan
Çalakvanên Siruştê, li Wanê her carê bi çalakiyekiyekî balê dikşînin. Ev car jî li ser berfê rekisîn û piştre jî ketin gola Wanê û melevanî kirin. Çalakvanan dest xweşî li rêvebir û saziyên piştgir kirin û balê kişandin ku divê xweza û gola Wanê paqij bê parastin.
Li Wanê di demsala Zivistanê de û Çile ye, lê çalakvanên xwezayê, bi şiyara 'her demsal di gola Wanê de melevanî', hem dixwazin balê bikşînin xweşî û taybetiya gola Wanê, hem jî peyama xwe ya serekî parastin û paqij hiştina xwezayê bidin.
Alî Bozoglan ji bo vê çalakiyê, ji bajarê Hatayê beşdarî çalakvanên li Wanê buye û ewil li ser berfê bi reks û bizavên xwe balê dikşîne, piştrejî yekem car xwe berî gola Wanê dide. Piştî ku ji golê derdikeve jî boçûnên xwe wiha radigihîne.
Çalakvanê Siruştê Alî Bozoglan ji K24ê re got: "Ez ji Hatayê hatim, sipasiya xwe ji bo hemû çalakvanan û kesên piştgir dikim. Di her demsalê de melevanî di gola Wanê de xweş e. Çalakvanên Gola Wanê çalakî lidardixistin û ji bo vê çalakiyê hatim, gelek xweş e û ez jî kêfxweş im."
Çalakvan piştî ku amadekariyên xwe dikin, beriya ku bikevin avê jî werzişên xwe yên dawî dikin û pêkve dikevin avê.
Beriya ku bikevin avê hindek tirsa wan, ji sermaye hebe jî, ji bo parastin û danasîna xweşiya xwezayê çalakî pêktê û kesên derdor jî bi baldarî dişopînin.
Endamê Koma Çalakvanên Parastin û Xwezaya Gola Wanê Serkan Seyahoglû dibêje: "Li herema me, behreke wek behra Wanê, paqij û xweş tune ye. Em hez dikin ku behra Wanê her xweş bimîne, paqij bimîne û neyê qirêj kirin. Daxwaziya me ji welatî û kesên tên Wanê û gola Wanê paqij bihêlin e"
Serokê Koma Çalakvanên Xweza û Gola Wanê Erdogan Ozel got: "Ez hindek tirsiyam min digot zêde sar e, lê niha ji avê derketim sar nîn e û xweş e. Emê înşelah dîsa bikevinê, ev ji bo laşe mirov jî sihet e. Em ji hemû welatiyên me re dibêjin: 'keremkin werin, behra Wanê her daîm zef xweş e, çilekaniyê de jî xweş e, çileyan de jî xweş e û havînê jî xweş e'."
Şaredariya Tûşbayê û Rêvebiriya Bajêr ya Çand û werzişî jî piştgiriya çalakvanan kir û çalakvanan jî deştxweşî li rêvebirên wan saziyan kir.