Tirkiye: Hilbijartinên Herêmî û sextekarî…
Digel bangeşe û rêkeftinên aliyan, beşeke girîng a hilbijartinê jî mijara sextekariyê ye ku alî hev dû tometbar dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bi nêzîkbûna dema hilbijartinên şaredariyan re, amadekarî û danustandinên aliyan jî zêdetir dibin.
Digel bangeşe û rêkeftinên aliyan, beşeke girîng a hilbijartinê jî mijara sextekariyê ye ku alî hev dû tometbar dikin.
Serokê AK Partî Serokomar Receb Tayîb Erdogan dibêje, CHP tu carê rêz li îradeya sindoqan negirtiye. HDP jî bi gef û hewldanên PKKê li gundewarên bakurê Kurdistanê çawa xwestiye weha deng bikaranîne, lê AK Partî wek xwedîlêdektina namûsê xwedî îradeya gel derdikeve.
Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê, dibêje:
"… CHP tu carê rêz li îradeya sindoqê negirtiye. tu carê rêzdarê îradeya netewî nebûye. Her tim bi dengdana vekirî û hejmartina veşartî hilbijartin birêve birine. Niha nikarin bikin, lê derfet bibînin dikin. Partiya siyasî ya bi piştevaniya PKK, li gelek deveran çawa xwestiye weha mor li dengan xistine, gef li muxtaran xwarin û li gelek gund û navçeyan li gor xwe encam derxistin. CHP niha bi vê partiyê re pêwendî dirust dike. Em xwedîlêderketina sindoqa hilbijartinê wek xwedîlêdektina namûsê dibînin."
Her çiqas Erdogan banga xwedîlêderketina sindoqan jî bike, HDP dibêje, AK Partî ji niha ve dest bi sextekariyan kirine jî.
Peyvdarê HDPê Saruhan Oluç da xuyakirin, li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, cîhên 37 hezar dengderan bi xebateke endazyarî hatiye veguhestin ku li wan deveran dengên AK Partî û HDP nêzîkî hev in. Ev sextekarî dikare çarenivîsa dehan navçeyan biguherîne, taybet li Şirnex, Colemêrg, Wan û Sêrtê.
HDP her weha dibêje, Kareke weha tenê Wezareta Navxweyî dikare bike ku tu gumana wan ji vê sextekariyê nîne. Heta niha jî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê sedî 95 serlêdanên wan retkirinê. Eger dawî jî ret bikin, diyar dibe navenda sextekariyê Komîsyona Hilbijartinê ye.
C.B