Hewalgiriya Niştimanî ya Amerika: DAIŞ liser herêm û cîhanê hîn jî gef e
Rêvebirê Ajansa Hewalgiriya Niştîmanî ya Amerîka (National Intelligence) ragihand, hîn bi hezaran çekdarên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê hene û ew çekdar gef in
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Ajansa Hewalgiriya Niştîmanî ya Amerîka (National Intelligence) ragihand, hîn bi hezaran çekdarên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê hene û ew çekdar gef in.
Rêvebirê Ajansa Hewalgiriya Niştîmanî ya Amerîka Dan Kostis li pêşya Komîteya Hewalgiriya Senat a welatê xwe got, hîn DAIŞê li Iraq û Sûriyê bi hezaran çekdar in man e û ew çekdar li ser asayişa rojhilata navîn û cîhanê gef in.
Di heman demê de Kostis tekez dike, ku dê di dû heftyên bê de, DAIŞ bi temamî di warê serbazî de jinav biçe.
Rêvebirê Ajansa Hewalgiriya Niştîmanî ya Amerîka hişyariyê dide, ku tevî ku wê rêxistinê navçeyên xwe ji dest dan e, lê hîn 8 şaxên wê hene û zêdetirî ji 12 torên wê man e û bi hezaran alîgirên wê li cîhanê hene.
C.B