Erdogan: Hîna pêwendiyên me bi Şamê re hene
Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, di asteke jêr de bi rejîma Sûriyê re pêwendiyên wan berdewam dikin û da zanîn, ew ji Kobanê heta Qamişloyê wek herêma ewle binav dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, di asteke jêr de bi rejîma Sûriyê re pêwendiyên wan berdewam dikin û da zanîn, ew ji Kobanê heta Qamişloyê wek herêma ewle binav dikin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan beşdarî bernameya “TRT” bû û da xuyakirin, ew yekparçeyiya axa Sûriyê dixwazin û 14'ê vê mehê li Soçî ewê bi Serokê Rûsyayê Viladimîr Putîn re careke din bicivin.
Erdogan da xuyakirin, bi Sûriyê re di asta jêr a siyaseta derve û di asta dezgehên hewalgêriyê de pêwendî berdewam dikin.
Erdogan got, bi operasyona Efrînê nehîştine korîdora terorê bigihê Deryaya Naverast bi biryarbûna Tirkiyê rêxistin ji Efrînê derketine û da zanîn, herêma ewle ku behsa wê dikin ji Kobanê heta Qamişlo ye.
Da xuyakirin, bi beşdariya Wezîrê Derveyê Tirkiyê, 5'ê vê mehê li Washingtonê civînek tê encamdan û li bendê ne ku sozên Trump dane werin bicîhkirin.
Erdogan got, li Minbicê jî tevî Rûsyayê dixwazin mijara gerên çavdêriyê yekalî bikin.
S. B