Civaknas: Zimanê Kurdî li Bakur ketiye ber pêla pişaftinê

Rewşa Zimanê Kurdî ya nav civaka Bakur, li Diyarbekirê ji aliyê zimannas û civaknasan ve hat nirxandin. Li gorî zimannas dibêjin; xebatên ji bo Zimanê Kurdî li Bakur ranewestiyane û herî dawî jî 18 zimannasan, li ser rastnivîsa Zaravayê Kurmancî xebateke hevpar meşandiye. Li gorî civaknas jî dibêjin; di nav civaka Kurd de rêjeya axaftina rojane her ku diçe kêm dibe û heta ku Zimanê Kurdî di dibistanan de bi rêk û pêk neyê fêrkirin, dê rêjeya axaftinê di nav nifşê nû de kêmtir bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo ku di 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê were pêşkêşkirin, 18 zimannasên Kurd ji bo rastnivîsa Zaravayê Kurmancî pirtûkeke rêberiyê amade kir. Yek ji zimannasên ku di nav xebata vê pirtûkê de cih girtiye; nivîskar û wêjevanê Kurd Dilawer Zeraq e. Zeraq dibêje; zimannasên 4 parçeyan gihîştin hev û di encama demeke dirêj a nîqaş û guftûgoyan de vê rêberê amade kir.

Zimanas Dilawer Zeraq ji K24ê re got: "Bi taybetî li ser awayên rastnivîs û nivîsîna hevokan an jî ji hev cuda yan jî bi hev ve nivîsîna hêmanên zimên ku di hevokê de çawa bên nivîsîn çêtir e, çawa bên nivîsîn dê hin wate li nav hev nekevin; li ser vê me xebat kirin û bi taybetî me zêde dest neda ew qaîdeyên ku Mîr Celadet Elî Bedirxan danîbûn."

Hikûmeta Ak Partiyê, di sala 2007'an de bi Makezagona Sivîl, di dibistanên fermî de dergehek li dayîna dersên Zimanê Kurdî vekiribû. Lê ev ders bi şertê dersa hilbijartî ket rojevê; ji ber kêmdîtina vê mafê perwerdehiyê; serlêdanên ji bo dersa hilbijartî kêm bûn û ji ber vê yekê jî ev gav di qada perwerdehiyê de negihîşt asta ku tê xwestin. Li gorî civaknas Şêxmûs Sefer jî dibêje; rêjeya axaftina bi Zimanê Kurdî li bakûr her ku diçe kêm dibe û sedem jî ew e ku Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye.

Civaknas Şêxmûs Sefer dibêje: "Îro em dibînin ku Kurd qala daxwazên xwe yên ji bo perwerdehiya bi Zimanê Kurdî dikin. Ev jî tiştekî din e êdî; ew zimanê ku îro di nav bazarê de rêjeya wê ketiye û kêm kes pê diaxivin, daxwaza Zimanê Kurdî ji bo dibistanan tê kirin. Bi dîtina min jî divê êdî Zimanê Kurdî li bakûr di dibistanan de bibe fermî û wekî dersdayîn li ser bê rawestandin. Divê her serê sibehan zarok bi Kurdî dest bi perwerdehiyê bikin."

Li gorî zimannas dibêjin; divê hemû derfetên ku ji bo zimanê Kurdî tên pêşkêşkirin, kêm bin jî biçûk bin jî ji aliyê Kurdan ve werin bikaranîn da ku pêşî li gavên nûtir vebibe. Li gorî civaknas jî dibêjin; nifşê nû her ku diçe ji axaftina bi Kurdî dûr dibe; ji bo ku pêşî li pişaftin û xwepişaftinê were girtin jî çare ew e ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û li hemû qadên jiyanê were axaftin.