Tirkiye: Em neçar in S400an bikirin
Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar radigihîne: Ew neçar in mûşekên S400 bikirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar radigihîne: Ew neçar in mûşekên S400 bikirin.
Akar ji Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyeyê re axifî û da zanîn ko meseleya kirîna S400an ji daxwazek zêdetir neçarî ye. Divê ew 80 milyon xelkê xwe biparêzin û ji bo vê dê S400an bikirin. Akar eşkere jî kir: Dê sîstema mûşekên S400 di meha çiriya pêşînê de were sazkirin.
Wezîrê berevanî yê Tirkiye Hulusî Akar got: “Me digel Rusan li hev kir û peymana xwe îmze kir. Di meha Çiriya Pêşînê de em ê sîstema mûşekên S 400 deynin. Fermandariya Hêzên Asimanî bi awayek çalak li ser vê meseleyê dixebite û dê cihê danîna mûşekan diyar bike. Divê were zanîn em neçar in S 400an bikirin. Meseleya me ji xwestinê zêdetir neçarî ye. Divê em 82 milyon welatiyên xwe biparêz in”.
C.B