Miroglu: Wateya raporên Ewrûpa û Amerîka nîn in
Mafnas û Şirovekara siyasî Gursel Ekmen Mîroglu ji K24 re diyarkir, ku Rapora ku Katî Pîrî amade kirî û Parlementoya Ewûpa biryar liser dayî tu wateya wê nîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Mafnas û Şirovekara siyasî Gursel Ekmen Mîroglu ji K24 re diyarkir, ku Rapora ku Katî Pîrî amade kirî û Parlementoya Ewûpa biryar liser dayî tu wateya wê nîn e. Tenê wekî pêşniyar e. Tirkiye bi rastî dixwaze bibe Endamê Yekîtiya Ewrûpa, lê hewla Kûdetaya Leşkerî ya 15ê Tîrmeh a 2016an gelek alozî anîn pêşya Tirkiye.Rewşa Awarte û çendîn kiryarên din ên Tirkiye ji mecburiyetê hatin.
Mîroglu, girêdayî daxwaza endametiya Yekîtiya Ewrûpa û Hevpeymaniyek bi dehên salan ligel Amerîka di herêmê û NATO de û niha qet giringiyê nade raporên wan, çawa dinirxîne, destnîşankir, ku welatên cîhanê Ewrûpa û Amerika jî, ji proseya aloz ku Tirkiye jê derbas dibe, tê nagihin.
Bêguman hin babetên nayên xwestin jî pêk tên, ê Tirkiye dê ji vê proseyê serkeftî derbas bibe.
