Li Şingalê şer di navbera PKK û Artêşa Iraqê de derket

Şeva bûrî şer di navbera Yekîtiyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê li Şingalê derket û li gor zanayriyan 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û hejmareke din ji her du aliyan birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî şer di navbera Yekîtiyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêşa Iraqê li Şingalê derket û li gor zanayriyan 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û hejmareke din ji her du aliyan birîndar bûn.

Şaneya ragihandinê ya şer ya Iraqê di daxuyaniyê de ragihand, şeva bûrî hêzeke PKKê çû rêbendeke Fermandariya Operasyonên Neynewa li navçeya Tirbeke a li nêzîkî bajarokê Sinûnê li qezaya Şingalê û daxwaz di navbera sînorê Rojava û Başûrê derbas çûnûhatinê bikin. Lê wan rê nade wê hêza PKKê û di encamê de şer derket.

Amaje bi wê jî kir, di encama şer de 2 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û 6 endamên YBŞê birîndar bûn.

 

S. B