Elewiyên Kurd ên Stenbolê ji bo Newrozê Cem gerandin

Li Stnebolê ji aliyê Elewiyên Kurd ve Cema Newrozê hate gerandin. Di vê rojê de zakiran klam û beyt gotin, semah hate gerandin û Pîrê Elewiyan jî doza aştî, azadî û biratiyê kirin û gotin Newroz navê jinûve vejînê ye.

 

K24 – Stenbol

Li Stnebolê ji aliyê Elewiyên Kurd ve Cema Newrozê hate gerandin. Di vê rojê de zakiran klam û beyt gotin, semah hate gerandin û Pîrê Elewiyan jî doza aştî, azadî û biratiyê kirin û gotin Newroz navê jinûve vejînê ye.

Elewiyên Kurd ên li Stenbolê ji bo Newrozê 21ê Adarê li Cemxaneya Alîbeykoyê, Cema Newrozê gerandin. Di destpêka bernameya roja taybet ya bo Newrozê de di Cemxaneyê de pêşî loqmayên Newrozê hatin belavkirin. Li gorî baweriya Elewiyan ew loqma di van rojên pîroz de mirovan ji kederê û her cûre nebaşiyan dûr dike. Piştî loqamayê, ji bo Newrozê, taybet Cema Muhabbetê hate danîn. Gelek Pîrên Elewiyan û zakîr jî amade bûn. Pîrên Elewiyan bi dia û nesîhatan naverok û agaiyên li ser taybetmendiya Newrozê raber kirin, zakîran jî bi tenbûrên xwe, klam, lawij û bi beyitan xwe gihandin dilê mirovan.

Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşî Elewiyan Pîrê Elwiyan Huseyin Guzelgul ji K24ê re got: "Niha Newroz hele di vî zemanî de zilim heye îşkence heye ser xelkê me. Îşte li dijî vê zilmê divê em têkoşînê bikin."

Ji bo Newrozê bi taybet di gulbanka ku hate danîn de bi yek dengî aştî, azadî û aramî hate xwestin û destûra xizmetên bo baweriya Elwiyanan hate dayîn. Piştî agirê Newrozê yanî çira hate şiyarkirin jî ji bo Newrozê Semah hate gerandin û zakiran klam û beyt gotin.

Pîrê Elewiyan û 17. Neviyê Pîr Siltan Abdal Huseyîn Yigît dibêje: "Newroz roja jidayikbûna Hz. Elî ye û nîşaneya aştiyê ye. Roja meşa ber bi heq ve ye. Newroz roja aştî û edaletê ye ya li seranserê hemû dinyayê"

Hunermanda Kurd Ayfer Duzdaş jî ku wek zakîrekê di Cema taybet ya Newrozê de cih girt ragihand, Newroz ji bo Elewiyên Kurd jî cihekî giring digire û ji bo me cejna berxwedan û jinûve vejînê ye.

Hunermena Ayfer Duzdaş ji K24ê re axivî û got: "Îro me Cema Newrozê çêkir. Wek Pîrên me jî gotin, Newroz cejna berxwedanê ye û jinûve xwe afirandina xwezayê ye. Ez hêvî dikim Cejna Newrozê bibe sedema aştî, biratî û azadiya hemû mirovahiyê."

Di cema taybet ya Newrozê de, ji Aşiq Weysel bigirin heta Pîr Siltan Ebdal, Şah Îsmaîl Celaleddin Rûmî, Hacî Bektaş Welî û gelek pêşengên din ên Elewiyan hatin bibîrxistin û hate gotin; Newroz navê berxwedan û raperînê ye, li dijî Yêdiz têkoşîna Hiseyn, li dijî Merwan têkoşîna Ebû Mislim û li dijî Dehaq jî navê têkoşîna Kawa ye. Newroz roja navê çêbûna gerdûnê ye.